Balefirên dijminkariya Rûsî hejmarek ji kuştaran roja sêşema bûrî pêk anî , bi êrîşa xwe ya li ser gundewarên Heleb û Idlibê û di encamê de heştê şehîd ketin û jin û zarok jî di nav wan de hebûn .
Balafirên Rûsî sibeha roja sêşema bûrî 25 êrîşên asîmanî birin ser bajar û bajarokên gundewarê Helebê, yekê ji van êrîşan taxeke ava li bajarokê Ma’iresta Elxan ya li ser riya Xazî Entabê ya ku Helebê bi sînorê Turkiyê ve girêdide armanc kir û bû egera kuştina 10 sivîlan û birîndarbûna 12 yên din , her wiha 2ên din jî jiyana xwe ji dest dan ji encama êrîşeke wek wê ku bajarokê Heyan yê nêzîkî wê armanc kir.
Di heman demê de balafirên cengê yên Rûsî êrîşên asîmanî birin ser bajarê Sermeda li gundewarê Idlib yê Bakur , di encamê de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan wek hejmareke dest pêkî .
Her wiha balafirên Rûsî êrîşek birin ser bajarê Me’eret Elnu’iman yê ku mezintirîn bajarê parêzgeha Idlibê ye , û 10 sivîl bûn qurbanî zarokek û endamek ji berevaniya sivîl di nav wan de hene, her weha çekên asîmanî yê Rûsî bajarê Seraqib yê bakurê Me’eret Enuman bumbebaran kir û di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û hejmarek birîndar bûn .
Balafirên Rûsî kuştarek li bajarokê Eyn Cara yê rojavayê bajarê Helebê pêk anîbûn , di encama wê de 35 kuştî û bêtir ji 20 birîndaran piraniya wan zarokin ketin .
Gundewarê Helebê yê Başûr di cengin giran dene di nav şoreşgeran û hêzên Esed yên piştgirtî ji mîlîşiyên Mezhebperest li zêdî eniyekê, di nava bumbebarankirina balafirên Rûsî û yên Esed de bi rengekî pir û hembiz dijî bajar û bajarokên di bin kontrola şoreşgeran .
Jêder: Hevbendî