Fermanberiya Perwerde û fêrkirinê ya Desthilata Sûrî ya demkî li Parêzgeha Helebê û Gundewarê wê, biryarek ji bo hemû Dibistanan derxistin, ji bo hemû çavdêrên navendên Perwerdeyê ko Pirogramê Ezmûneya navçeyî li Dibistanan biguherin û dema wê li gora ko rewşa ewlekariyê li Herêmê guncaw be, da xwendekaran ji êrîşên dijminkariya Rûsî biparêzin.
Fermanberiyê daxwaz kir ko xwendekaran piştî ezmûne bidawî bibe yekser bişînin malê bê ko li hev kom bibin û ziyan negihê wan.
Ev Biryar derxit, piştî ko firokên Rûsî roja Duşembê kuştara her sê Dibistanên bajarokê Encara li Gundewarê Helebê pêk anîn. Di heman çaxê ko ezmûneyên werzê yekem ya xwendinê yê 2016an hebûn, Dibistanên amanc kirî Seretaya Encara ya bakur û Dibistana amadeyî ya Kurikan û Dibistana amadeyî ya Keçikan.
Fermanberiyê navê 17 xwendekar û Mamosteyan yên di kuştarê de çûn belav kir, ji 35 şehîdan tev li bi dehan birîndar û kadirên fêrkirinê û hindekên din yên winda.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî kuştara kirêt ya firokên Rûsî pirotesto kir, ko sê Dibistan li bajarokê Encara li Gundewarê Helebê amanc kirin. Û doz li Civaka Navdewltî kir ko bilez tevgerê bike li dijî tawankariyên Rûsî yê ko li dijî zarok, Jin û kalemêrên Sûriyê birawestînin. Tekez kir ko ev awa li gora awayê Esed ji destpêka Şoreşê ve ye. Bi amanca vîna milet bişikîne û çareseriya siyasî têk bibe.
Hevbendiyê tekez kir ko ev tawankarî û yên wek wê ji tawankariyên Rêjîmê û hevalbendên wî derandineke diyar e ko 2254 ya dibêje yekser êrîşan li dijî sivîlan birawestînin. Tekez kir ko bêdengiya Civaka Navdewletî li ser tawankariyên Rêjîmê û hevalbendên wî di derbarê sivîlan de û arzankirina xwîna mirovan heta evê pleyê şermeke û têkçûneke mirovî yî mezin e..
Her wiha Hevbendiyê tekez kir eger pirotestokirineke aşkere ji dijminkariya Rûsî re tune be û nediyarkirina kuştarên Rûsya di dermafê miletê Sûrî de ew piştgiriyeke diyar ji tawankariyan re ye û astengkirina çareseriya siyasî ye berî dest pê bike.
Fermanberiyê dîdevaniya yekî rizgarbûyî guhast: “êrîşên Rûsya piştî nîvdemjimarê ji destpêka ezmûneyan des pê kir, Mamosteyan biryar dan ko Ezmûneyan birawestînin û xwendekaran bişînin malê, lê belê demê keys neda wan, Firokên Rûsî êrîş dan ser Dibistanan berî xwendkar derkevin, Dibistan wêran kir û kuştarek bi dehan xwendekar tê de hatin kuştin.”
Her wiha Zankoya Helebê ya azad biwarê fêrkirina bijîşkî ko du Kolîcên bijîşkiyê li gundewarê Şamê û Bajarên bakur vekir , hem jî Peymangehên teknîkî yên bijîşkiyê bi amanca kadirên bijîşkî amade bikin, da çareseriya bijîşkî ji gelê Sûrî re li Herêmên Rizgarkirî bêne pêşkêş kirin.
Zankoyê got “Fêrkirina bijîşkî erkekî sincî ye li pêşberî berdewamiya Rûsî Îranî û bi awayekî rêbazkirî ko sivîlan amanc dikin.”
Navenda navtomarkirinê ya bijartina xwendekarên kolîca Bijîşkî ya Izazê ji Nexweşxana niştimanî birin Nivîsgeha perwerdeyê li Encûmena xwecihiya bajêr.
Tê zanîn ko êrîşên Rûsya gelek Dibistan li Helebê û Gundewarê wê di dema buhirî de wek Dibistana Kosniya li Gundewarê Helebê yê başûr hem çend Dibistan li bajarê Izazê amanc kirin. Ev amanckirina berdewam dihêle ko xwendekar nema biçin Dibistanan û ji fêrkirinê bêpar bimînin.
Jêder: Hevbendî+Elerebî Elcedîd