Çend Alayên Leşkerî cudabûna xwe ji Milîtanên PYD yên bi ser Partiya Karkerên Kurdistanê ya tirorist ve ragihandin, û şerê li dijî Alayên Artêşa Sûrrî ya Azad ya ko di şerê “Mertala Furat” de bi piştgiriya Tirkiyê beşdar bûye,ji bo bera Daiş û Rêkxistinên din yên tirrorist bidin red kirin.
Çalakvanan anîn ziman ko Lîwayê Ehrar Elreqa doh li bakurê Reqayê Milîtanên Partiya Karkerên Kurdistanê ji şeş Gundan der kirin û ew Gund kontrol kirin, ew Gund Qadiriyê, Elhemdanat, Kurdoşan û Elarif û Eldirêbiye û Ebû Tabat (Rojavayê bajarokê Eyn Elîsa) li Gundewarê Reqa yê Bakur, û 8 endam ji Milîtanên Partiya Karkerên Kurdistanê hêsîr kirin û hem dest danîn ser du Şeşberên giran û çend kes jî ji wan kuştin.
Çalakvanan destnîşan kirin ko Lîwayê Şoreşgerên Reqayê ala Şoreşa Sûriyê li Gundewarê Reqa yê Bakur bilind kirin, di heman çaxê ko Serayên Qadisiyê mayûnek bi turumbêleke Milîtanên PYD de li ser rêka Helebê-Hesekê ya navdewletî teqandin.
Lîwayê “Ehrar Elreqa” yek ji 25 Alayên di çarçoveya “Hêzên Sûriya Dîmuqrat”de bû. Lê nerazîbûna vî Lîwayî ji piştguhkirina Alayên “Artêşa Sûrî ya azad”re, û zalbûna Milîtanên PYD li ser “Hêzên Sûriya Dîmuqrat”, bû sedema ku ji HSD cuda bibin û bera hêzên wan jî ji herêmê bidin.
Her weha Artêşa Sûrî ya azad parçeyine berfireh ji xakê di şerê Mertala Furat de rizgar kirine, û evê dawiyê çar Gund ji Rojavayê Cerabilis kontrol kirine, û Rêkxistina DAIŞê ji Gundê Qindere, Elşaîne, Siwêda Bakur û Siwêda Başûr derxistine.
Şoreşger şerê xwe berdewam dikin tako şerîta sînorê bi Tirkiyê re ji Rêkxistina DAIŞê û Rêkxistinên din yên tirorist pak bikin, heta ko bigihên bajarê Babê li Gundewarê Helebê yê Bakur.
Jêder: Elmesar