Encûmena Niştimanî Kurdî li bargeha Encûmena xwecihî îro sibeha Şemiyê 03.09.2016an, li bajarê Dirbêsiyê, Simînareke Siyasî bi serpereştiya Fêsel Yûsif Endamê Peywendiyên derve yê Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê lidar xist.
Yûsif li ser pêşhatên dawî li meydana Sûriyê û hewldanên navnetewî ji bo rawestandina şerê ko Beşar Elesed û milîtanên bi ser wî ve li dijî miletê Sûrî dikin û dîtina çareyekê li gora peymana Cinêvê axivî.
Yûsiv behsa çalakiyên komîta peywendiyên derve û gerên wê kir, û li ser têkiliyên xurtir digel aliyên navdewletî yên rewşê li Sûriyê kontrol dikin tekez kir.
Her weha behsa astengiyên ko tên pêşiya Endam û Kadirên Encûmena Niştimanî Kurdî ên ji hêla desthilata xweferizkirî ya PYD têne girtin kir.
Jêder: Yekîtî Medya