Artêşa Azad li aniya Henderat di serkeftinên xwe de berdewam e, piştî şerekî tund bi hêzên Rêjîma Esed re dest danî ser hemû baregehên Kampa Henderat, û li aniya Helebê ya Rojava li Herêma Xan Toman Şervanên Artêşa Azad Topek (23) ya hêzên Rêjîmê bi Mûşekeke Mîtis têk bir.
Herwiha doh Artêşa Azad piştî ko destê xwe danî ser Girê Meyasat nêzîk Bajarê Pîşesaziyê li Helebê, 30 leşker ji hêza Esed kuştin û 15 hêsîr kirin.
Herwiha Artêşa Azad Tangek ya Rêjîmê têk bir û heçê tê de bûn jî kuştin û paşî cihin din li Herêma Elbirêc li Helebê kontrol kirin.
Û Şer di navbera Artêşa Azad ji aliyekî û Hêzên Esed û Çeteyên milî ji aliyê din li Gundê Seyfat li Bakurê Helebê çê bû, di encamê de bidehan ji wan kuştin.
Jêder: Hevbendî+Simart