Artêşa Sûrî ya Azad 9 êrîşên hêzên Esed û milîtanên mezhebperest yên ji bo kontrolkirina gundewarê Şamê yê rojava têk birin, di pevçûnan de 220 endam ji hêzên Esed ku hin ji wan xwedî pileyên leşkerî yên bilind bûn hatine kuştin.
Alayên Itihad Cebel Elşêx, duh sêşembê, belgeyek pêşkêş kirine derbarê ziyanên ko li hêzên Esed û milîtanên mezhebperest bûne, ji destpêka operasiyona leşkerî ya hêzên Esed li ser gundên Xûta rojava li gundewarê Şamê ji Êlûna borî de.
Hêzên Cebel Elşêx yên bi ser artêşa Sûrî ya azad ve tekez kirin ku ne kêmî 220 endam û efser ji hêzên Esed hatine kuştin, piştî ko şoreşgeran şeş hewildanên pêşketin û têwerdana hêzên Esed û milîtanên mezhebperest li devera Berdei’ya û du hewildanên têwerdanê li devera Elşiyarat û hewildanek li devera Elziyarat li gundewarê Şamê têk birine.
Alayên şoreşger li gora serjimarekê ku duh hatibû belavkirin, 5 tang û erebeyek doşka û topek vozdîka û tivingek nimro 14.5mm wêran kirine.
Her weha armanckirina helîkopterên hêzên Esed ji gund û bajarokên Xûta rojava re bi 700 bermîlên teqîner û 40 bermîlên heybera napalma sojker û 70 bombeyên deryayî belgeh kirine, firokên Esed yên cengê gund û bajarokên Xûta rojava bi şeş êrîşên asmanî tobbaran kirine, serjimarê diyar kir ko hêzên Esed û milîtanên mezhebperest herêmên niştacihan û yên ku alayên şoreşger li wir bicih bûne ji kêmanî bi 5hezar guleyên Hawin û tangan armanc kirine.
Bêtir ji 120hezar sivîlî li Xûta Şamê ya rojava ku 3hezar ji wan zarok in, di bin dorpêçeke xurt ya hêzên Esed û milîtanên bi ser ve de ne, ko ev bûye 55 roj li pey hev, xelkên dorpêçkirî derdê kêmbûna heyberên xwarinê û yên bijîşkî û têkçûna rewşa tendiristî ya birîndaran di hindirê herêman de bi sedema ko rêjîma Esed nahêle sivîl derkevin derve ji bo çareseriya pizîşkî dikşînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî-Elheyat