Tabûrên artêşa azad, piştî êrîşên dijwar li ser çeperên rêxistina DAIŞê di çarçoveya oparesyona “Mertala Firatê” de ya bi piştgiriya Tirkiyê, ber bi gundewarê rojhilatê Helebê ve pêş ketin û karîn çend gundên nû li nêzîk bajarê Babê kontirol bikin.
Û ligor gotina çalakvanên gundewarê bakurê Helebê, şoreşgeran roja pêncşemê nîro karîn gundên El’miyê û Elxicran û Ela’wasî û Elwahcî û Elhisanî li rojhilatê Babê rizgar bikin, û bi dehan çekdar û serkirdeyên DAÎŞê bikujin û bi dehên din birîndar bikin.
Û dîsa artêşa azad li roja çarşemê û piştî şer û pevçûnan li dijî çekdarên DAIŞê, karîn herdu gundên “Elfoz” û “Ebû zendîn” yên li rojavayê Babê rizgar bikin.
Û bi vê yekê tabûrên şoreşgeran karîn 8 gundan rizgar bikin, di heyamê heftiyekê de, piştî kontrolkirina gundê “Elmiqrê” û girên dewrubera wê li roja pênşemê 26’ê çilê paşî, di çarçovê şerên dibin ji aliyê şoreşgeran ji bo kontrolkirina bajarê Babê, yê dumahîk navçeyên zalgeha rêxistina DAIŞê li bakurê Sûriyê ye.
Û artêşa azad bajêr ji çar aliyan dorpêç dike, û çeper û wargehên DAIŞê li hindur û dewrubera bajêr armanc dike, û xwe berhev dike bo derbasî bajêr bibe, û giringiya kontrolkirina Babê tê ku rê li pêşiya milîsên PYDê digire ji bo berfirehnekirina zalgeha xwe li bakurê Sûriyê.
Û bajarê Babê bi 30 k.m ji sînorê Tirkiyê dûr e û nêzîkî 200 hezar kes têde dijîn, û her ji 14/01/2014an ji aliyê DAIŞê hatiye kontrolkirin.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî