Çeteyên rêxistina DAIŞê kampa Alrikban ya li ser sînorê di navbera Sûriya û Ordinê bi xwekujan armanc dikin, ji bo peydakirina nearamiyê li navçeyê, û ev yek dibe sedema zêdebûna derdeseriya koçberên kampê.
Û fermandarekî artêşa azad got ku rêxistina DAIŞê ya li çend gundên çola li bakurê rojavayê kampa Elrikban bi cih bûye, hewl didin ji bo nearamkirina sînorê Sûriya û Ordinê bi armanca êrîşkirina ser hêza zêrevaniya sînor ya Ordinê û artêşa azadîxwazên hozan ya li ser sînorê Sûriyê ku ew nêzîktirîn xal e ji Kampê re.
Heman fermandarî got ku hêzên zêrevaniya Ordinê bi dilovanî reftarê ligel baredoxên mirovî yên li kampê dikin, yên bi sedema êrîşên berdewam ji aliyê rêxistina DAIŞê yên kampê bi kiryarên teqînên xwekujî armanc dikin, û ev yek dibin sedema zêdebûna êş û azarên koçberên kampa li başûrê rojhilatê Sûriyê, û desthilatdarên Ordinê li vê dema dawî rê dan ji bo derbaskirina 14 birîndarên teqîna otombêleka mayînkirî li kampê, bo nexweşxaneyên Ordinê ku piraniya wan sivîl bûn.
Û çalakvanê rojnamevanî Ebdulah Ebû Teyib got ku tirsa otombêlên teqîner bûye egerê zêdebûna derdeseriya koçberên kampê, zêdebarî kêmbûna xwarin û av û dermanan, û nebûna sûtemeniyên germkirinê ji bo rûbirûbûna serma pir dijwar, ligel têkçûna rewşa mirovî. û piraniya koçberên kampê xelkê gundewarê Reqa û Dêrazorê û Terdmurê ne ku hejmara wan digehêjin 85 hezar koçberî.
Ebû Teyib got ku alîkariyên mirovî pir kêm in û têra pêdawîstiyên kampê nakin, tevî ku herdem bang ji aliyê NY û rêxistinên mirovî hatine kirin, ji bo giringiya vekirina sînorên hawarhatina xwarinê ji koçberên kampa Elrikban re ya ji berî sal û nîvekê ve hatiye avakirin.
Û koçberên kampa Elrikban di rewşeka mirovî ya zehmet de jiyana xwe berdebas dikin, zêdebarî êrîşên berdewam yên li ser wan ji aliyê rêxistina DAIŞa terrorist, ku 11 sivîl hatin kuştin bi sedema teqînên wê û zêdetir ji 15 sivîlên din hatin birîndarkirin bi sedema teqîna otombêleka teqîner li 21’ê heyva bûrî.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Elcezîra net