Artêşa Azad di heyamê herdu rojên bûrî de derbasî li nav bajarê Babê bû yê li gundewarê Helebê, û karî navçeyên nû kontrol bike piştî şer û pevçûnan li dijî çekdarên rêxistins DAIŞê ya terrorist, di çarçovê oparesyona “Mertala Feratê” de ya bi piştgiriya Tirkiyê pêktê.
Fermandarekî artêşa azad ji hindur bajarê Babê got ku milîtanên şerê Mertala Feratê duhî li roja çarşemê ketin di hindur bajêr de, û karîn taxa Zemzem wargehê serekî yê DAIŞê kontrol bikin, tevî kontrolkirina çiyayê şêx A’qîl û nexweşxaneya niştimanî û gereka rojava û Elmuheleq û Elseken elşebabî li rojavayê Babê, û bi dehan çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Heman fermandarî bal kişand ku niha şer û pevçûn li derdora nanpêjgeha Eldiwra li taxa Zemzem dibin, ku artêşa azad hewl dide derbas bibe taxên nêzîkê wê.
Bajarê Babê 30 k.m dûrî sînorê Tirkiyê e, û nêzîkî 200 hezar kesî lê dijîn, û her ji 14 çilê paşî ji sala 2014 an ketibû di destê DAIŞê de.
Hêjayê gotinê ye ku duhî artêşa azad destpêkirina qonaxeka nû ji oparesyonên “Mertala Firatê” bi navê “Rizgarkirina Babê” ragihandibû, bi armanca kontrolkirina tevaya bajêr û derxistina çeteyên DAIŞê ji tevaya bakurê Sûriyê.
Tê zanîn ku artêşa azad oparesyona “Mertala Firatê” li roja 24’ê tabaxa 2016 an ragihandibû, bi armanca paqijkirina bakurê Sûriyê ji rêxistinên terorîst û bi taybetî ji rêxistina DAIŞê, bi piştgiriya artêşa Tirkiyê û hemahengiya ligel hêzên esmanî yên Hevpeymaniya navdewletî.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat