Artêşa Azad dest danî ser tevahiya bajarê Newa û derdorên wê yê li Gundewarê Der’a yê Rojava, doh piştî ko rêya piştgiriyê navbera Bajêr û Hêzên Esed girtin, piştî ko Alayên Şoreşê Rêya Şêx Miskîn-Newa girtin bidestdanîna ser Til Hemed û Ketîbet Elmîka û Ketif Elsed û bi vî karî Rêya piştgiriyê li ser hêzên Esed yên li bajarê Newa girtin.
Serperiştê alaya Siyûf Elheq ya bi ser ordiya Ehrar Newa got ko alayên di cenga “Rûxandina dîwar” de beşdar bûn, destê xwe danîn ser Til Um Horan, Til Elheş yê Bakur û Başûr û Alaya Tangan li Hecaciyê û meydana segmaniyê û Navenda Ewlekariya Leşkerî û Rêbenda Elmiddexa û Tîpa Konkris û Karûbarê Birêveberiya Bijîşkî û Rêbenda Hoy.
Herweha Toreya nûçeyên “Sûriya Mubaşer” ragihand ko hêzên Esed ji piraniya çeperên bajarê Newa û derdorê wê kişiyan piştî ko Rêya piştevaniyê li ber wan hat girtin.
Komek ji Alayên Şoreşê, Feyleqa yekem û Firqa Selaheddîn û Lîwayê Birûc Elislam û Lîwayê Benî Umeya û Firqa 90 muşat û alaya Ehrar Newa û Tevgera Elmusena ya Islamî, berbanga îro Şerê “Rûxandina Dîwêr” ragihand û bi demjimêrên Sibehê re ragihandin ko bajarê Newa bi tevayî standin.
Ev serkeftina bajarê Newa mezintirîn bajarên Horanê hat piştî zincîrek ji serketinên Artêşa Azad li wir bi taybetî li Gundewarê Rojava yê Parêzgehê û destdanîna ser Til Elhara yê giringiyeke wê ya Istiratîcî heye û Til Elcidêra û Til Ehmer ew hemû li bajarê Elhare ne ya li ser sînorê Qunêtira,
Tev bidestxistina bajarê Şêx Miskîn berî çend rojan, lê rêjîma Esed êrîşên tolhildanê bi bermîlên teqîner li ser Newa û derdorê wê de berdan, Emîndarê giştî Nesir Elherîrî jî salixê evan êrîşan bi kirdeyên newêrek da û got: “Ev firokên ko bi destên lerzok û noker yên ko bi dehan Bermîlên Teqîner bi ser xelkên Der’a de barandine, lê sûrbûna xelkên Der’a yên ko pêşdetirên kesên malbata Sûriyê ne yên rûxandina Rêjîmê dxwestin ranawestînin.”
Jêder: Hevbendî+Eljazîre