Artêşa Sûrî ya Azad firokeke şer ya hêzên Rijêmê li çolistana Sûriyê anî xwar, hevdem ligel hewlên pêşdeçûna hêzên Esed û milîsên mezhebperist yên kirêdarên Îranê ber bi navçeyên şoreşgeran.
Tabûra “Cêş Isûd Elşerqiyê” ketina firokekê li navçeya Til Dekwe bi dûrahiya 50 k.m li rojhilatê Şamê ragihand, û berdevkê wê Se’id Elhac ji ajansa “Royterz” re got ku wan firokek li navçeya oparesyonan li çeperên şer yên li hember pêşdeçûnên hêzên Rijêmê û çeteyên Îranê anîn xwarê.
Û Si’îd Sêf berpirsê tabûra “Ehmed Elebdo” ya çalak li navçeyê got, ku firoke bi dûrahiya 15 k.m ji rojhilatê Bîr Qeseb di navbera Til Dekwê û firokxaneya Dumer de ket.
Sêf got ku wan bersiva firokê bi topxane û raşeşên giran yên dijfirok da, ew çekên ku di çend heftiyên bûrî de ji aliyê Amerîka û Hevpeymanên wê ve gihiştin dest wan, ji bo piştgiriya wan di şerê çolê de bikin.
Herwiha tabûra “Cêş Isûd Elşerqiyê” li ser malpera xwe ya “tiwîter” wêneyê piçkên termê firokevan ligel wêneyê tirafa firokeya ku bi ser çekên asîmanî yên rêjîma Esed ve ye belav kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî – Wekalat