Li parêzgeha Der’a Artêşa Azad bajarê Kefer Şems bi temamî kontrol kir. piştî vî şerê berdewam li Horanê dibe, pêşî alayên Şoreşger Rêbenda Rojhilat kontrol kirin û di pey re hemû taxên bajêr bidest xistin.
Beraber jî firokên rêjîma Esed çend êrîş dane ser bajarê Kefer Şems û çend sivîl şehîd û birîndar kirin.
Her wiha Şoreşger li aniya Cidiyê nêzîk Til Elhara ya Istiratîcî bi pêşve çûn, ev duyem roj di navbera Şoreşvanan û hêzên Rêjîmê de li bajarok û li rex ketîba Cidiyê ya topan hêj şer berdewam e.
Digel wê jî firokên Rêjîmê êrîş dane ser bajarê Besra Elşam yê ko Artêşa Azad ji çend rojan ve ew kontrol kiriye.
Rêjîm bi operasiyoneke tolhildanê rabûye û firokên wî bermîlên teqîner bi ser taxên Der’a û herêma Elmuxeyyem de berdane û li ser bajarokê Inxil û Şêx Miskîn û Hirak û Ibte’h û Nesîb û Feqî’h û Zimrîn û Um Elmeyazin û deştên rojavayê Zimrîn, ko hişt wêraniyeke bêhempa bigihê avaniyên ewan bajarokan û Sivîlan gelek ziyanên can û mal ji ber wê yekê dîtin.
Salim Elmislit berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî doz li Dewletên hevpeymaniya Navdewletî kir da bilez herêmeke qedexekirina firokên rêjîmê feriz bikin, ji bo Sivîlan ji êrîşên Rêjîmê û ji dagîrkerên Îranî biparêzin
Her wiha Elmislit doz li dewletên hevalên gelê Sûriyê kir da plana herêmeke aram li bakur û başûrê Sûriyê cîbicî bikin û Artêşa Azad bi çekên giran çekdar bikin da bikaribin Sivîlan ji êrîşên Esed û pasvanên Şoregêr yên Îranî biparêzin.
Jêder: Hevbendî