Xelkên bajarê Kobanê nerazîbûna xwe diyar dikin li ser biryara avakirina mûzexaneyekê li bajêr .
Nûçegihanê me li Kobanê ragihand ku bi 10an welatiyên ku vegeryane Kobanê kom bûn û biryara nîşankirina 3 ciha li bajêr ji hêla desteya jinûavakirina Kobanê da ku mûzexaneyekê lê avabikin red kirin.
Her wiha xelkên Kobanê daxawz ji kesên ku xwe dikin berpisê bajêr kirin da ku ji vê biryarê vegerin û eger ew dixwazin mozexaneyan avabikin bila li cihên giştî avabikin ne li ser ‘erd û malên wan.
Hêjaye gotinê ku desteya jinûavakirina kobanê ku bi ser Partiya Yekîtiya Dîmuqrat (PYD) ve ye, 3 cih li bajêr helbijartine bi mebest avakirina mûzexaneyan.
Jêder: Hevbendî