Îro Şemiyê Artêşa Azad gelek gund li derdora bajarê Cerabilisê li Gundewarê Helebê yê Bakur bi aliyê bajarê Babê kontrol kirin piştî ko bera rêkxistina Daişê da.
Alayên Artêşa azad doh êvarî Gundê Til Şe’îr, Elhilwaniyê û H’emîr Ele’cac piştî şerekî tund bi Rêkxistina Daişê re kirin. Şoreşger bi hevkariya Artêşa Tirkiyê amancên şerê “Mertala Ferat” berdewam dikin tako bigihên Bakurê Helebê.
Çalakvanan anîn ziman ko Tîmên Endeziyê derbasî Gundê Til Şe’îr bûn û piraniya mayûnên ko Daişê ew çandibûn rakirin, û Artêşa azad li Gund belav bû da mal û milkê sivîlan biparêze.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kir ko hebûna leşkerî ya Hevpeymanan demkî ye û amanca wê piştgiriya locistî ye. Û Şervanên Artêşa azad ew operasiyonên şer yên meydanî birêve dibin.
Her wiha Hevbendiya Niştimanî piştgiriya xwe ji Artêşa azad re di cenga berdana Rêkxistina Daişa tirorist tekez kir, hem jî dûrkirina metirsiya tiroristiyê û rêkxistinên hevalbendên rêjîmê ji Herêmê bikin.
Di mijarekî cuda de Karwanekî samanên hawarhatina Tirkiyê derbasî bajarê Cerabilis bû û li hemû malbatan hate belavkirin û hinek jê ji bo şervanên Artêşa azad hate terxankirin.
Jêder: Hevbendî