Çekdarên PYD ji 16 vê heyva tebaxê de, bi dehan ji çalakvan û endamên partiyên siyasî yên ENKS girtine, dema derketibûn xwepêşandaneka li ser daxwaza Encumena niştimanî Kurdî ji bo pirotestokirina kiryarên PYD.
Û emaneta giştî ya ENKS biryara dana 50 hezar Lîreyên Sûrî bo malbatên girtiyan weke alîkariyekê da.
Li bajarê Amûdê 11 girtî hene , xwecihiya wî îro yekşemê 28 tebaxê serdana malbatên wan kir û pereyên ku ji wanre hatine şandin dan wan .
Hevjîna Hac Mihemed Emmo ku ji 16 vê heyvê ve girtî ye, û temenê wî 67 sal in, ji malpera me re got ku me gelek hewildan kirin da em serdana Hecî Mihemed bikin, lê qet em bi ser neketin û em nizanin çarenivîsa wî çi ye.
Her wiha hevjîna Emmo bal kişand ku pêwîstiya hevserê wê bi dermanan heye ji ber rewşa wî ya tenduristî nebaş e.
ji hêleke din ve birayê girtiyekî ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, ji ber ew di bin çavdêriya sîxurên PYD de ne, sedema van kiryarên PYD li dijî ENKS vegerand têkçûna wan ya siyasî, û bi tivingê dixwazin xwe li ser kurdan ferz bikin.
Malbatên girtiyan ji ENKS xwestin ku ji bilî alîkariya madî ew dest ji
riyên xebata aştiyane bernedin, her wiha bang li rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan û desthilata herêma Kurdistanê kir ku fişaran li PYD bikin da ji van kiryaran vegerin û girtiyan berdin.
jêder:Hevbendî/Midya Elsalih