Artêşa Azad dest danî ser avahiyekê ku tê dîtin wek Navenda hêzên Esed li derdorê Cobera Şamê ye, piştî şerekî li ber Rêbenda Arifê navbera El’ebasiyîn û Cobera Şamê, di encamê de Artêşa Azad gelek Çek bidest xistin. Herweha Yekîtiya Islamî ya Ecnad Elşam îro sibehê ragihand ko çend leşker ji Artêşa Esed li ser Rêbenda Arifê kuştin.
Her weha şer dijî hêzên Esed yên ko xwestin têwirdana Taxê ji gelek Teweran bikin çê bû. Giringtirên wan Arifê û Tîba û Menaşîr bû, di heman çaxî de bombebarandina asmanî û ya topan taxa Cober amanc dikin berdewam in. Hwerweha şer di navbera Artêşa Azad û Hêzên Esed de li nêzîk Îdaret Elmerkebat çê bû, û bombebarandin li ser bajarê Dûmayê pêk hat, ku jêderê wê jî Îdaret Elmerkebat bû.
Jêder: Hevbendî