Artêşa Azad piştî şerin dijwar bi hêzên Esed û endamên Milişiyên Hizbillah a tirorist û Milişiyên Iranî re, dest bi temamî danî ser bajarokê Rîtan , di encamê de bi dehan ji hêzên Esed û milişiyan hatin kuştin, û şoreşgeran dikarîbûn 27 endaman ji Pasvanên Şoreşgerî ên Iranî û Hizbillah yê milîperest û hêzên Esed dîl bike.
Herweha şoreşgeran du tang piştî pevçûnin bi hêzên Esed re li gundên Başko û Hirditîn li Gundewarên Helebê wêran kirin , û hejmarek ji endamên Esed kuştin.
Ji hêleke dî ve şoreşgeran wargehên Esed li ser Eniya Taxa El-Amiriyê li Medf´e Cehenem armanc kirin, ji nav wargehên armanckirî enbarek cebelxaneyan , di encamê de agir tê de şuxulî.
Jêder: Hevbendî