Artêşa Îslamê şerê “Zat Elriqa’h Ya Duwem” ragihand ji bona êrîşkirina li ser çeperên Esed li navçeya Qelemona rojhilat li gundewarê Şamê, û têde cibexaneyek wêran kir û hejmarek ji serbazên Esed kuştin.
Herwiha di cenga navhatî de, êrîşî ketîbeya topxaneyan hat kirin, û gelek çek û rokêt û narincok hatin bidestxistin û derdora 20 serbazan jî hatin birîndarkirin.
Herwiha Artêşa Îslamê xwendingeha Hoş û zeviyên Xûta rojhilat di destpêkirina şerê “Zat Elriqa’h Yê Duwem”de kontrol kirin.
Û li Hemayê şoreşgeran bersiva êrîşeka hêzên Esed û milisên tayîfeperist dan û rê li pêşiya wan girtin, dema ber bi bajarokê Elzara û Hirbifsehî diçûn, û têde 10 serbazên rêjîmê hatin kuştin.
Li aliyek din roja şembiyê, tabûrên “Ebû A’mara” yên ser bi artêşa Azad ve, efserek û hejmarek ji serbazên Esed dîl girtin, dema hewl didan derbasî li nav kerta Sadkop ya li taxa Elramûsê bibin.
Tabûran daxuyaniyek belav kirin û têde gotin ku wan bersiva hewleka derbasbûna hêzên rêjîmê bi şev dan, û karîn fermandarê girûpê dîl bikin û hin serbaz hatin kuştin.
Jêder: Hevbendî