Serokê herêma Kurdistana Iraqê “Mes’ûd Berzanî” dilnîgeraniya xwe ji kiryarên PYDê der heqê Biro de anî ziman, û ew bi karê dijî dîmoqrasî û piralîbûna siyasî û her weha xeniqandina azadiyê da salixdan.
Ev yek îro duşembê 15/8/2016an de hat, dema serokê herêma Kurdistanê birêz Mes’ûd Berzanî pêşwaziya serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî Ibrahîm Biro li bajarê Selah Eldîn kir.
Û di hevdîtinê de Biro behsa rewşa siyasî li Sûriyê kir, û li ser bûyera girtina xwe ji aliyê PYDê ve axivî, û her weha behsa nepejirandina kolana Kurdî ji vê girtinê re, û derketina wan ji bo xwepêşandanan li dijî PYDê ji bo şermezarkirina vî karî kir.
Û di beşekî din ji wê hevdîtinê de tekezî li ser salixdana qedexekirina azadiya siyasî û girtina kesayetiyên siyasî ji aliyê PYDê ve bi kiryarîn kirêt û dûrî medeniyetê û li dijî piransîbên Kurdî û Niştimanî ne û divê PYDê dest ji van kiryaran berde.
Jêder: Hevbendî