Artêşa Azad di şer û pevçûnên dijwar de li derdora bajarokê Qirfa li Der’a, di şerekî de bo kontrolkirina Qirfayê li jêr navê ” wan derxin ji dera hûn jê derxistin”, û têde Artêşa Azad bêhtir ji 100 serbazên Esed û çeteyên mêlîşeyên Iranî kuştin.
Duhî di xefkekê de li bajarokê Dêr Makira gundewarê Şamê, şervanên tabûrên “Şûrê Şamê” bi dehan çeteyên Hizublah û Mêlîşeyên Iranî kuştin, herwiha tabûra “Elfirqan” ya ser bi Artêşa Azad Firokeka agahîxwaz ya rêjîma Esed li bajarokê Elhibariyê li Der’a anî xwar.
Li aliyekî din duhî Artêşa Azad di şer û pevçûnan de li herdu bajarokên Dêr El’edes û Kefr Şemis li gundewarê rojavayê Der’a bidehan serbazên Esed kuştin û bidehên din birîndar kirin, tevlî têkbirina 3 tangan.
Jêder: Hevbendî+ Semrat