Artêşa Azad xwe ji şerên bakurê Helebê re amade dike ji bona qewtandina rêxistina DAÎŞ’ê ji bajarê Babê, piştî ku duhî karê wê ji bajarokê Elra’î yê stratîjîk biqewtîn e.
Giringiya bajarê Elra’î yê stratîjîk tê ji ber ku ew dibe kilîta dergehê bajarê Babê, navenda serkirdayetiya oparisyonên rêxistina DAÎŞ’ê di navçeyê de, û herwiha ji ber nêzîkbûna wê ji sînorê Tirkiyê.
Ku duhî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê di daxuyaniyekê de, destxweşî li lehengên artêşa Azad kiribû, li ser rizgarkirina bajarokê Elra’î û xelkê wê ji zilma rêxistina DAÎŞ ya terorîst, li gundewarê bakurê Helebê.
Ku Hevbendî pabendiya hêzên opozisyona Sûriyê bi rizgarkirina hemû navçeyan ji dest rêxistina terorîst û vegerandina wan navçeyan bo navçeyên rizgarkirî tekez kiribû, hevdem digel rûbirûbûna wê ji tawankariya rêjîma Esed û milîs û hevalbendên wê re.
Hevbendiyê got: ” rizgarkirina “Elra’î” rengvedaneke ji îradeya xelkê Sûriyê yê ji bona rizgarkirina welatê xwe ji terorê, ya hevparê sereke yê rêjîmê ye û palpiştê wê yê bo belavkirina ajawegeriyê û wêrankirina Sûriyê û cudakirina xelkê wê ye, û bi saya xwedê di rojên pêş de wê gelek pêşketin çêbibin”.
Jêder: Hevbendî