Artêşa Elfetih doh vîdyoke sê hêsîran ji Tevgera Elnuceba ya Îraqî ya mezhebperest belav kir, ew li Gundê Elqerasî li Gundewarê Helebê yê Başûr bû, hem jî hêsîrek ji milîtanên Hizbullaha tirorist li heman herêmê dîl kirin.
Her wiha doh Artêşa Islamê êrîşeke mezin ya Hêzên Rêjîmê li Aniya Elbehariye li Xûta Şamê ya Rojhilat bipaş de vekêşand, û bi dehan ji wan kuştin û Tangeke T72 bidest xistin.
Nivîsgeha Ragihandinê bal kêşand ser ko “Artêşa Islamê” got ku ji êrîşên çend rojan ve yên hêzên Esed ev xurttirîn êrîş bû. Û “Diyar kir ko piştî têkçûna bi dehan êrîş û hewldanên kontrolkirina çend cihên giring li bajarokê Elbehariyê û Mîda, milîtanên Esed doh piştî nîvro bi dehan ji endamên xwe tevli çekên giran şandin bi amanca ko li anya Elbehariyê bipêş ve biçin.“
Her wiha Artêşa azad Gundê Yan Yeban li gundewarê Helebê yê bakur kontrol kir, piştî ko çendîn endamên Daişê kuştin û berdan yên din , hêj ta nuha di navbera Artêşa azad û Daiş de li tewera Yeban û Dûdyan şer berdewam e. her wiha di navbera Artêşa azad û Daiş de li derdora Gundê Qereh Koprî û Xezel li nêzîkî sînorê Tirikyê şer çêbû.
Jêder: Hevbendî +Acans