Hin alayên arêşa Sûrî ya Azad di şerekî de ne dijî hêzên Beşar Esed û milîsên mezhebperest yên piştgirên wî li gundewarê Hemayê yê rojhilat.
Û alaya “Cêş Al`iza” ya bi ser artêşa Sûrî ya Azad ve, doh sêşembê, di rûyê hewildaneke pêşketina hêzên Esed û milîsên bi ser ve li ser girê Syriatell û gundê Zafiriyê û zeviya Zehra li bakur-rojavayê Hemayê, û 20 ji endamên Esed hetin kuştin, û tangek ji cûreyê T55 hat têkbirin.
Û jêderan amaje kir ku şerên “giran” li eniya Mirêhib û Cemlan û Ebû Lefê lidar in, wek hewildaneke bê sûde ji rêjîmê ji bo pêkanîna pêşketinekê li wê deverê.
Û hin jêderên leşkerî daxuyanî ji malpera Ineb Beledî re dan, tê de gotin ku alîkarî ji hin hêzên ku Îran piştgiriya wan dike gihan rojhilatî Idlibê û devera rojhilatî Hemayê, di heman dema hebûna hêzên “rotînî” ji Hadir û Telalîn û başûrî Helebê.
Û ji aliyek din de, hin alayên artêşa Sûrî ya azad li Başûrî Sûriyê, doh, daxwaza berhevkirina “serpereştiyeke leşkerî ya hevbeş” kirin, ji bo bibe take-nûnera deverê ji alyê leşkerî ve.
Û nêzî 25 alayên artêşa Sûrî ya azad û hin desteyên sivîl, di nîvê vê heyva cotmehê de civînek bi komîteke amadekar ya ji rewşenbîrin bajarê Besrayê li parêzgeha Deraa pêk dihat lidar xistin, bi armanca damezirandina komîteke leşkerî ji herêma başûr re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî