Ji bilî bumbebarankirina gundewarê Efrînê ji hêla Turkiyê ve, artêşa Tirkî sînor derbas kiriye bi taybet li gundê Qermîtleq û darên zeytûnan radike, û ta niha hejmara darên rakirî gihiştiye 1000 darî û ev yek bû cihê nerazîbûna xwediyên wan daran.
Nişteciyên gund nemaze kesên ku ziyan ji vê pirojeya Turkiyê dîtine, bang li rêxistinên navdewletî dikin da ku destêwerdanê di vê aloziyê de bikin.
Tê zanîn ku artêşa Turkiyê dîwarekî li hember bajarê Efrînê avadike û sengeran jî dikole.
Jêder: Hevbendî