Balafirên Rûsya dagîrker hejmarek êrîş birin ser Gundewarê Idlibê ku di encam de bi dehan şehîd û birîndar ketin, herwiha ew topbarabkirin tenê deverên sivîlan kirin armanc, ji ber vê yekê hejmara qurbaniyan gihişte zêdeyî 20 şehîd û 35 birîndarî.
Balafirên Rûsî Navenda Heyva Sor a Sûrî li bajarê Erîha li Gundewarê Idlibê yê Rojava kirin armanc, ku di encam de 13 kes birîndar bûn, û ji aliyê xwe ve balafirên rêjîma Esed xaleke tenduristî li bajêr topbaran kirin, ku di encam de welatiyek hate kuştin û 8ê din birîndar ketin, û balafirên cengî malên welatiyên sivîl li “Dewaret Mi’era El-Misirîn” bi rokêtên feraxî topbaran kirin, ku di encam de şehîd û birîndar ketin di nava wan zarok hebûn.
Encumena Asayişa Navdewletî di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Serokê Encumenê ve roja Pênşemê hatibû xwendin “torebûna xwe anî ziman derbarê hemû êrîşên dawî yên li dijî sivîlan û armancên sivîl li Sûriyê, di nav de xalên tenduristî, û êrîşên bê serûber”, û “tekez kir ku dibe ev kiryar bibin tawanên cengî”.
Daxuyaniyê lêzêde kir ku “Endamên Encumenê nîgeraniya xwe anîn ziman derbarê binpêkirina rêkeftina rawestandina şer ya ku Encumenê biryar li ser da bû li gor biryara 2268 .”
Encumena Ewlekariyê destnîşan kir ku berpirsyaretiya sereke ya rêjîma Esed e derbarê armanckirina sivîlan, û daxwaza cîbicîkirina yekser û bi temamî ji “biryarên Encumena Ewlekariyê yên girêdayî bi Sûriyê ne kir, di nav de biryarên 2139(2013), 2165(2014), 2192(2014),2258(2015), û 2286(2016) ya girêdayî bi guhdana tenduristî di nakokiyên çekdar de.
Senatorê Amerîkî Bob Corker, serokê Desteya Karûbarên Derve di Encumena Rûsipiyên Amerîka de li ser pişka wîlayeta Tennessee , gefa bi wê yekê xwar ku ewê devereke tampon li Sûriyê ava bike eger rêkeftina agirbestê ya ku di navbera Rûsya û Amerîka de çê bibû biser neket, ku Encumena Ewlekariyê bi temamê dengan, deng li ser da bû di Sibata bûrî de.
Herwiha di kongreyekî rojnamevanî de, roja Pênşemê, lêzêde kir ku welatê wî“ gelek delîve jidest dane, da ku bandorê li rewşa hundir ya Sûriyê bi awayekî erênî bike”, û destnîşan kir ku dibe ku “pêşinyara Tirkiyê bikeve warê cîbicîkirinê, eger rêkeftina agirbestê bi berdewamî rastî astengiyan hat”.
Ji aliyê xwe ve endamê Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê û endamê Desteya Bilind ya Danûstandinan Corc Sebra di lêdwaneke berê de tekez kir ku Şanda Desteyê” venagere giftûgoyan, eger hin komîte neyên avakirin ji bo çavdêriyê, û kesê ku hundneyê binpê bike ceza bike, û heta ku faylê mirovî, û bi taybetî cîbicîkirina bendên 12,13 û 14 ji biryara Encumena Ewlekariyê bi cih neyên em venagerin.”
Sebra tekez kir ku xwestek niha ew e“ Danîna ajindeyeke diyar ku gavên veguhestina siyasî destnîşan bike, ya ku ne mumkine ku dûrî Desteya Hukumraniya Veguhêz be, û De Mistura wan ajindeyan tevlî xişteyeke demdiyar cidî bike.“
Jêder Hevbendî+ Hin Ajans