Xaniyek li gundewarê Der’a ji aliyê firokên Rûsiya ve hat bombebarankirin, û têde nêzîkî neh kesên ku piranîya wan jin û zarok in hatin kuştin, ew di demekê de hat ku hêzên rijêmê û Rûsya êrîşên xwe yên li ser bajar û bajarokên nû li herêmê berfirehtir dikin.
Li gorî çapemeniya herêmî, hat gotin ku hin malbatên bajarê, “Al-Musayfirah” li gundên rojhilatê Der’ayê, çi riyên revê nedîtine ji bilî mana li malên xwe, piştî girtina hemû rê û biwaran li pêşiya wan, û diyar kirin ku xaniyek ji aliyê firokên Rûsya hat bombebarankirin, ku hejmarek malbatên mirovên hev têde bûn, û neh kes ji wan hatin kuştin.
Çalakvan diyar kir ku, tîmên bergiriya sivîl, ji ber dijwariya êrîş û bombebaranê nikarin birîndaran rizgar bikin, û tekez kirin ku saziyên pizîşkî û mirovî ji ber operasyonên leşkerî yên tund nikarin karên xwe bikin.
Çalakvanin din gotin ku bajar û bajarokên nû li gundên Der’ayê bûne armanc ji êrîşên rijêmê û Rûsiya re, û ev wek destpêka pêvajoyeke nû ji bo zêdekirina fişaran li ser şoreşgeran dîtin.
Roja pêncşemê 21 kesên sivîl şehîd ketin, bi piranî jin û zarok bûn, ji ber operasyonên leşkerî yên tund li Der’a û derdorên wê, û hejmara giştî ya şehîdên oparesyona dawiyê gihişt zêdetir ji 100 şehî.
Ji destpêka oparesyona asîmanî, gelek navendên pizîşkî ji encama bomebaranê jikar ketin, di nav de nexweşxaneya “Bosra Şam, Elxariya Şerqî, Bosr Herîr, Elherak, Seyda, Giza, Newa, Eltibiyê”, ligel jikarketina navendên bergirya sivîl li “Elherak, Bosr Herîr, Elxariya Şerqî, Elmisêferiyêh”.
Serokê desteya danustandinê Nesir Elherîrî duhî li Riyadê û di kongirekî rojnamevanî de “bêdengiya Amerîka” li hember êrîşên hêzên rijêmê li ser Der’ayê şermezar kir, û got ku “bêdengiya Amerîka hember bûyerên herêmê bitenê tê bi wateya hebûna lihevkirina li ser bazareke pîs”.
Harîrî got ku hejmara mirovên koçber zêdetir dibe, û zêdî 100.000 sivîlî li Der’a malên xwe çol kirine, ji ber êrîşên hovane yên rejîmê û milîsên wê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî