Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji Nîva Şingalê tekez kir ko Hêzên Pêşmerge serkeftineke mezin cîbicî kirin û Çeteyên Daişê têkşikandin.
Barzanî di gotina xwe de serkeftin diyarî gelê Kurd kir û bi taybetî Kurdên Êzîdî, û silav arasteyî rewanên şehîdên Pêşmerge kir, û weha got “me soz da û me soz bicih anî û îro Şingal rizgar bû”.
Barzanî spasiya Emerîka û hevpeymana navdewletî kir ji bo piştgiriya asmanî, û destnîşan kir ko şerê li dijî Daişê ne tenê şerê Herêmê ye lê belê şerê herkesî ye, hem doz kir ko hemû li dijî rêkxistina tirorist hevkar bin.
Barzanî got ko ewê digel Desthilata navendî Şingalê bikin Parêzgeh, û doz li hemû aliyan û civaka navdewletî kir ko Şingalê dîsa ava bikin.
Barzanî destnîşan kir ko jibil ala Kurdistanê çi alên din li Şingalê nayêne hildan. û got ko niştecihên Ereb yên ko destê wan di rijandina xwîna Êzîdiyan de nîn e ew birayên me ne. Soz da ko dê bizava xwe bike da hemû kesên hatine revandin ji destê Daiş rizgar bike.
Ji aliyê xwe ve serokê hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek der barê rizgarkirina Şingalê belav kir, û ji dêvla hikûmeta Kurdistanê ve pîroziya Serokê Herêma Kurdistanê serperiştê hêzên Pêşmerge yê serpereştê rizgarkirina Şingalê û hemû şervanên Pêşmerge kir.
Serokê hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyê de kêfxweşiya bi serkeftina pêşmergan da û pîroziya tevahiya gelê Kurdistanê û Kurdên Êzîdî û Baba Şêx û Endamên Encûmena ruhanî û hemû xelkên Herêmê bi taybetî kir. Spasiya Emerîka û dewletên din yên hevpeymana navdewletî yên din kir, çimkî piştgiriya gelê Kurdistanê di şerê dijî Daişê de kirin.
Jêder: Hevbendî