Serpereştên mezhebê Elewiyan, belgehek bi navûnîşanê “Beyan Elhewiye” derxistin, tê de xwe ji Rêjîma Beşar Elesed bêrî dikin, û dibêjin Elewî ne beşek ji Şî’a ne.
Serpereştên Elewî di belgehê de, ya ko “BBC” kopiyek jê bidest xist, dibêjin:”di Islamê de” ew nûnerîtiya nimûneyeke sêyem dikin. Di daxuyaniyê de dibêjin ko Elewî ne tîmeke Şî’ayî ne, wek ko berê serpereştên Şî’iyan ew ji xwe didîtin.
Serpereştên Elewiyan diyar kirin ko ew baweriyê “bi piransîbên wekhevî û azadî û hevwelatîbûnê” tînin, û doza Rêjîmekê dikin ko Îslam Fileh be, û hemû Ol tê de wek hev bijîn.
Serpereştên mezhebê Elewî tekez kirin ko rewaya Rêjîmê tenê bi pêkanîna dîmuqratî û mafê mirovan tê, û sûr bûn li ser ko Elewî ne Şî’ayî ne, hem fetwayên serpereştên Şî’iyan red dikin “yên ko wan tîmeke Şî’a dibînin“
Yekî ji yên li ser daxuyaniyê imze kiriyene, nexwest navê wî derkeve, ji BBC re got ku wan daxuyanî derxistin ji bo bicihkirina nasnameya Elewiyan, çimkî gelek ji wan bi sedema baweriya xwe têne kuştin.
Bêtir got, amanca evê belgehê ko hemû mezhebên islamê birayê hev in, û gerek tawankariyên rêjîmê nekin hustê Elewiyan”tawankariyên ko rêjîmê kirine” û paşeroja Sûriyê ya îro di destê civaka navdewletî de ye.
Yên ko li ser belgehê imze kirine, hêvî dikin ko “Beyan Elhewiyê” ewî tayê navbera Rêjîmê û Elewiyan biqetîne, çimkî Elewî berî rêjîma Esed hebûn û dê di pey wî re jî bimînin.
Jêder: Hevbendî