Tora Sûrî ya mafên mirov tekez kir ku tawanên berfereh li dijî sivîlên Sûriyê li heyva borî hatin pêkanîn û bi taybetî li Xûta rojhilat ya bibû armanca êrîşên hêzên Rijêmê û Rûsiya.
Tora navhatî raporteke nû belav kir û têde berpirsyaretiya kuştina 1006 sivîlî li seraserî Sûriyê xistiye li ser milê hêzên Rijêmê û Rûsiya, û bal kişandiye ku ji wan 203 zarok û 186 jin û 12 kes bi eşkence û lêdanê bi destê hêzên Rijêmê hatine kuştin, û Rûdiya bi kuştina 92 ji wan ku 46 zarok û 14 jin gomanbar kiriye.
Raportê amaje bi blindbûna pêla tundutîjiyê kirye û diyar kiriye ku nekêmtir ji heyva reşmehê bû, ku Xûta rojhilat bi berdewamiya herdu heyvên borî bi rêjeya 92% ya herî bilind hatiye di pêşiya navçeyê Sûriyê yên din de bi hejmara qurbaniyên xwe, ku di Xûta rojhilat rastî oparesyenê hatibû di heman navberê de.
Û hijmara şehîdan yên ji destpêka îsal bi vê amara nû gihişt 3404 şehîdî, û ligor raportê ku bi rêjeya 80% bi destê hêzên Rijêmê û Rûsiya hatine kuştin.
Û raportê bal kişandiye ku li heyva adarê 34 sivîl, ji wan zarokek û 7 jin bi destê milîsên “PYD”ê hatine kuştin, û 39 sivîl bi destê hêzên tundrew hatine şehîdkirin, ji wan 30 sivîl ji wan 6 zarok û 2 jin li ser destê rêxistina “DAIŞ”ê, û 9 sivîl ji wan 4 zarok bi destê “desteya rizgarkirina Şamê” hatine kuştin. Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî