Çalakvanin xwecihî kuştina 1873 sivîlan ji encama bombebarana asîmanî ya balafirên hevpeymana navdewletî û topên QSD di helmeta li ser bajarê Reqayê ya ku bi derketina rêxistina DAIŞê bi dawî hat, belgeh kirine.
Û berdevkê “Helmeta Reqa Bi Bêdengî Tê Serjêkirin”, Mihemed Musar`i, ji ajansa Smart re got ku ew navên hatine belgekirin encamên destpêkî ne, ji ber ku hîn termên qurbaniyan di nav wêraniyên ji encama bobbebaranê de hene.
Û her weha Musar`i got ku helmeta wan di belgekirina navên qurbaniyan de palê dide ser peyamnêrên hevkarên wan li hundur û kadiroyên pizîşkî yên ku di dema helmetê de li bajêr kar dikirin, û helmetê di heyva êlûna bûrî de, kuştina 208 kesan bi bombebarana Hevpeymaniya Navdewletî li ser bajarê reqayê belge kiriye, û her weha bi sedên kesan jî birîndar bûn.
Û serhejmara ku helmeta ” Reqa Bi Bêdengî Tê Serjêkirin” ya ku di dema destdanîna DAIŞê li ser Reqayê sala 2013 hat damezirandin, amaje kir ku 65% ji qurbaniyên belgekirî ji bajarê Reqayê ne, û 35% ji deverên din hatine.
Û Musar`I got ku ev serhejmar tevlî qurbaniyên bombebarandina topxaneyan ne, ji gava QSD cenga destdanîna ser bajarê Reqayê ji aliyê DAIŞê ve, heta destanîna li ser di helmeta bi navê” Hêrsa Feratê” de.
Û komîta navdewletî ya Xaça Sor, got ku tişta ana li Sûriyê dibe” pîstirîn asta tundûtûjiyê ye”.
Û Hevpeymaniya Navdewletî ya dijîtiya rêxistina DAIŞê li Sûriya û Îraqê ya Amerîka serkêşiya wê dike roja pêncşembê bi kuştina 51 sivîlên din bi bombebaranên asîmanî mukur hatiye, û bi vankuştinan hejmara giştî ya qubaniyên sivîl ên destevala bi destên hêzên Hevpeymaniyê giha nekêmtir ji 786 sivîlî di 3 salan de.
Her weha 17 rêxistiên sivîl ên Sûrî di roja yekşema bûrî de ji hêzên Hevpeymana Navdewletî û ên hevkar bi wan re xwest ku bi yasayên cengê pabend bin di dema operesyonên xwe yên leşkerî de, û pir haydar bin û hemî haziriyan bikin ji bo dûrkirina sivîlan ji kuştinê, û vekolînan bi rengekî zelal di êrîşên û ku qurbanî di wan de çêbûne de bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Smart