• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Thursday, 25 May , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî

Belgekirina Kuştina Bêtir Ji 17 Hezar Zarokî Li Ser Destê Hêzên Esed

November 20, 2014
in Nûçeyên Xwecihî
Belgekirina Kuştina Bêtir Ji 17 Hezar Zarokî Li Ser Destê Hêzên Esed

” Toreya Sûrî Ya Mafê Mirovan” raporek bi navê ” Zarokên Sûrî .. Xewna Wendayî ” derxist, tê de got ku wê kuştina 17268 zarokî li ser destên hêzên Esed ji Avdara 2011an de belge kiriye, 518 zarok ji wan bi gulleyên segvanan hatine kuştin, 95 zarok di bin işkencê de mirin. Hejmara  girtiyan ji wan gihişt bêtir 9500 zarokî, û zêdeyî  vê yekê 1600 zarok  ” Wendayên Kotekî ” ne.

Raporê diyar kir ku ” Rêjeya qurbaniyan ji zarokan li ber encama giştî ji qurbaniyan re di ser 7% re ye, û ew jî rêjeyeke pir bilind e, û bimebest hêzên Esed  sivîlan armanc dikin”. Guman û texmînên navdewletî û mafnasî kuştina bêtir ji 200 Hezar şehîdî ji destpêka şoreşê de di Avdara 2011an de destnîşan dikin. ” Toreya Sûrî Ya Mafê Mirovan” di rapora xwe de birîndarbûna bêtir ji 280 Hezar zarokî tomar kir, û hejmara zarokên koçber bûne, bêtir ji 4,7 Melyonî texmîn kir, herweha 2,9 zarokê penaber, bêtir ji 1,3 Melyon zarok ji wan ji mafê fêrbûnê bêpar  mane.

Raporê ziyankirina bêtir ji 3942 dibistan belge kiriye, ku bû sedema bêparbûna du Melyon zarokî li hindirê Sûrî ji fêrbûnê. Raporê bikaranîna hêzên Esed ji sedên zarokan di” Operasyonin Yekser û Ne Yekser de” destnîşan kir. Raporê serjimêrek pêşkêş kir, tê de hejmara 18273 zarokên ku hêzên Esed bavên wan kuştine diyar kir, û yên hêzên Esed  diyên wan kuştine 4573 zarok in, ku ji hêla dê ve sêwî mane.

Raporê gunehkarî avêt ser ” Hêzên rêxistina ” Daiş” ku tawanên cengî di riya operasyonên êrîşên tewş re, kuştin, işkencekirin, tundiya sêksî, serbazkirina kotekî, û guhertina dibistanan bo wargehan dike”. Hejmara zarokên ku “Daiş” ew kuştine bi ” 137 zarokî texmîn kir, lê yên girtî li nik rêxistinê ne kêmî 455 zarokî ne, herweha bi sedan zarok hatine serbazkirin”.

Raporê destnîşanî da ser ” Diyardeya bêpariyê ji regeznameyê ku zarokên jidayikbûyî zehmetiyê li welatên penaberiyê jê dikşînin”, raporê bal kişand ku 85 Hezar zarok li kampên penaberiyê jidayik bûne û ” Pirên wan kaxezên fermî wernegirtine “.

Derçûna raporê dikeve Roja  Cîhanî Ya Zarokê, ku Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Nûra Elemîr tê de ji Civaka Navdewletî xwest : ” Berpirsiyariya xwe di rawestana koçkirin, girtin, û birçîkirina derheqê zaroktiyê de hilgire,  û tevgerek bilez bo danîna sînorekî ji bikaranîna kîmawî û kuştarê hovane re ku hêzên Esed derheqê zarokan bikar tine, û wan dike kaxezek fişara civakî  bo mirovên wan ji daxwaza rûxandina rejîma Esed û hewldana avakirina dewleta yasayê vegerîne”.

Elemîr got: ” Bi navê derdora 17 Hezar zarokî ku bi bermîlên Esed yên kîndar û çekên wî yên tewş hatine kuştin, bi navê 3 Melyon zarok ku Hêzên Esed ew ji berdewamiya xwendinê mîna hemû zarokên cîhanê bêpar kirin, bi navê dibistan û dayingehên ku Esed ew bi ser serê zarokan de herifandin, bi navê dibistan û dayingehên ku Esed ew kirine girtîgeh, bi navê gulîstanên zarokan ku keriyên Esed ew kirine leşkergeh, bi navê wijdanê mirovahiyê, û Hemza Elxetîb, kurê ku Esed ew ji bilêvkirina navê bavê wî bêpar kir, riwê wî ji dêvla şokolatê ve bi xwîn û kîmawî gemar kir, em ji dewlêtê cîhanê re dibêjin: “Rawestin, hûn berpirsyar in, rastiya we hemûyan li ser kevirê mirovahiyê nêzî diyarbûnê ye, dîrok dinivîse, û qet rehmê li tu kesî nake “. Elemîr di Roja Zarokê ya Cîhanî de berdewam kir: ” Li hemû bajarên cîhanê, zarokan bi sawîran ditirsînin, tenê li welatê min wan bi polîs û hikûmetê ditirsînin”. Elemîr daxuyaniyên xwe duh wilo bidawî kirin:” Bêdengiya navdewletî ya bêhempa derbarê tawanên cengî ku Esed derheqê zaroktiyê dike, dihêle ku her zarokeke li Sûryayê bibe pirojeya bumbeyek demnîşankirî li ber teqînê ye.. Dawî ez bi navê zarokên Sûrî ji we re dibêjim: Min biparêzin berî dem derbas bibe”.

Jêder: Hevbendî – Elheyat.

 

ShareTweetSend

Posts Related

Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Rapora Karê Xwe li Pêşiya Desteya Siyasî Pêşkêş Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Rapora Karê Xwe li Pêşiya Desteya Siyasî Pêşkêş Dike

May 24, 2023
Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarê Penaberan Rapora Ofîsê bo Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Pêşkêş Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarê Penaberan Rapora Ofîsê bo Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Pêşkêş Dike

May 24, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.8k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Xwecihî

Raporeke Meydanî Binpêkirinên Rijêma Esed û Milîsên Îranî li Parêzgeha Deraayê di Tebaxa Bûrî de Belge Dike

Raporeke Mafnasî: 91 Sivîl di Heyva Bûrî de li Sûriyê Hatin Kuştin di Nav de 28 Zarok û 2 Jin Hebûn û 7 Kes Qurbaniyên Îşkenceyê Bûn

Belgekirina Kuştina 568 Kesan li Sûriyê di Nîvê Yekem ji Sala 2022 de Bêhtirê Wan li Ser Destê Rijêma Esed û Piştgirên wê ne

Raporeke meydanî: Belgekirina Kuştina 55 Kesan di Heyva Bûrî de li Parêzgeha Deraa, 5 ji Wan Zarok in

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.