Berevaniya Sivîl a Sûrî, di raporeke xwe ya dîtber de, liser malperên xwe yên medya civakî, agahiyên derbarê tewanên rijêma Esed û piştevanê wê yê Rûsî yên di riya êrîşên balafiran û bombebarana mûşek û topxaneyan re, di heyva çirîya paşî ya dawî de, belav kirine.
Û raporê diyar kir ku heyva bûrî ji heyva çirîya pêşî xwîndartir bû, û têde 150 kes, 94 zilam û 16 jin 39 zarok dinav wan de hene,tevlî yek ji kadroyên Berevaniya Sivîl a Sûrî.
Û raporê diyar kir ku êrîşên balafiran û bombebarana bi topxane û mûşekan û bermîlên teqîner û narincokên goşeyî, bûn sedema birîndarbûna 388 kesan, 241 mêr û 57 jin û 74 zarok û 16 xwebexşên kadroyên Berevaniya Sivîl a Sûrî di nav wan de hene.
Û raporê diyar kir ku hêzên hevpeymanên rijêmê û Rûsiya bi bikaranîna çekên corbecor, 539 mal û 6 bazarên gelêrî û 7 dibistan û 3 xalên pizîşkî û 229 zeviyên çandiniyê û kampek û 5 navendên Berevaniya Sivîl a Sûrî armanc kirine.
Û raporê amaje kir ku hêzên hevpeymanên rijêmê 761 êrîşên asîmanî pêk anîne, û deverên rizgarkirî bi 513 mûşekan, û 3322 bombebarana topxaneyan, û 13 mayînên deryayî, 15 botlên teqîner, 254 bermîlên teqîner armanc kirine, û 11 êrîşên bi narincokên goşeyî hatine pêkanîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbeniya Niştimanî ya Sûrî