Duh roja şemiyê û ji ber serma dijwar piştî pêla sermaya ku li deverê da, û tunebûna yekcarî ji alavên germkirinê re li hin deveran, û dorpêçkirina ferzkirî ji hêla rejîma Esed ve li ser hin deverên dî, sê zarokên şîrmij û kalemêrek mirin.
Zarokek li taxa Ferdos, û kalemêrek li taxa Mexayir li Helebê ji ber tunebûna germkirinê mirin, her weha du zarokên şîrmij li Hecer Eleswed li Başûrî Şamê û Dêr Elesafîr li Xûta Rojhilat mirin.
Li gor serjimêrên Toreya Sûrî Ya Mafê Mirovan, mirina ne kêmî 27 mirovan di kampên penaberiyê de û li hindirê Sûrî ji ber pêla saermaya ji berî Heftiyekê ve berdewam e hate belgekirin.
Berdevkê fermî bi navê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Salim ELmislit duh got ku zehmetkêşiya koçberên hindirê Sûrî û penaberên li dewletên cîran çênedibû ger ne ji kiryarên rejîma Esed ên tawankarî ba mîna hilweşandina malan û koçberkirina xwediyên wan, û zêde kir ku ev zehmetkêşî hîn di bin siya kêmbûna mezin ji bûjenên sereke û pêwîst bo rûbirûbûna rewşên seqa yên dijwar û di nav wan de kon, alavên germkirinê, sotemenî, û cilûberg berdewam e
Mislit bal kişand ku mezinbûna karesata milletê Sûrî li kampên koçberî û penaberiyê dijî, bêguman beşdariya dewletên cîhanê yên dî bo hawarçûna milletê Sûrî ferz dike, ji ber Sûrî welatek “Bobelatkirî ye ” wek ku berî niha serokê Hikûmeta Demkî Ehmed Tu`ima ragihandibû.
Jêder: Hevbendî – Cezîrê