Hejmara sûriyên ku duh çarşembê ji ber pevçûnên navbera çekdarên Daiş û Yekîneyên Parastina Gel li Bajarê Serê Kaniyê li parêzgeha Hesekê derbasî erdê Tirkî bûn gihişt 1000 kesî.
desthilatên Tirkî rê da kesên ji ber şer reviyayî da derbas bibin Tirkî piştî mana rojekê li ser sînorê Sûrî beramberî keleha ” Eqce Keleh” li wîlayeta Şanlî li Orfayê.
ajansa Enadol a Nûçeyan got, erebeyên taybet ev penaber birin Navenda tomarkirina penaberan a bi Rêveberiya Bobelatan ” Afad” ve girêdayî ye, û hindek ji penaberna çûn rex merovên xwe li Tirkiyayê, û yên mayî hatin veguhestin bo kampên penaberan.
Jêder: Hevbendî