Artêşa Azad şeva bûrî di operasyoneke cûreyî de li Dareya ya Gundewarê Şamê 21 serbaz ji hêzên Esed kuştin û dest danî ser hejmarek ji avahiyên ku ew hêz tê de bicih bûbûn.
Li Helebê, û piştî pevçûnin dijwar di navbera wan de, Artêşa Azad dest danî ser hejmarek ji xalên leşkerî li devera “Menaşir”, û erebeyek “BMB” li gundê ” Elbirêc” têk bir, herweha Artêşa Azad wargehên rejîmê li taxa Eleşrefiyê bi bumbeyên hawenê armanc kirin.
Ji hêleke dî ve Artêşa Azad li Idlibê wargehên rejîmê li gundên Kefreya û Fûʾa bi bumbeyên Hawenê armanc kirin, û pevçûnin di navbera Artêşa Azad û hêzên Esed li gundewarê Hema çê bûn, di encamê de hejmarek ji şebîheyan hatin kuştin û hindek birîndar bûn.
Jêder: Hevbendî – Smart.