Di encama duh de bêtir ji 30 şehîdî û bi dehan birîndar ji ber tawankariya firokeyên Rûsî li bajar û bajarokên Sûrî de ketin.
Firokên Rûsî êrîş bi ser bajarê Letamnê li Gundewarê Hema de birin û derdora 12 kes şehîd kirin, di heman demê de bumbebarnek bi tankan li ser bajarê Letamnê de birin.
Herweha firokên êrîşên Rûsî kuştareke dî li Hirêtanê li Gundewarê Helebê pêk anî, di encamê de 9 kes şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn, herweha şehîdek û 6 biîndarên dî ku endameke ji berevaniya sivîl bû di êrîşeke bi firokên cengî ên Rûsî li ser bajarê Hirêtan li Gundewarê Helebê ê Bakurî, û 3 birîndar di êrîşekê li ser bajarê Dar Iza li Gundewarê Helebê ê Rojavayî ketin.
Derdora 12 şehîd, ji wan 7 zarok, û 15 birîndar li gundê Til Hidiyê ketin, û du sivîlan jiyana xwe ji dest dan, û 3 kesên dî di bumbebaraneke Rûsî li ser Gundê Bewabiyê li Gundewarê Helebê ê Başûrî birîndar bûn.
Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê ûHevrikiya Sûrî di daxuyaniyeke xwe de duh diyar kir ku êrîşên Rûsî ji roja yekem de “Istratijiya wî zelal bû, ne veşartî bû”, ku sivîl li ser lîsteya armancên Rûsî bûn, ew jî ji bo kuştin û koçkirina wan. Êrîşên ku firokên dagîrkerê Rûsî ta roja (26 Cotmehê) pêk anîn gihişt 1511 sivîlî, zarok û jin di nav wan de hebûn, û wêrankirina 12 nexweşxane û navendên tendirustî, herweha dibistan û malên perestiyê û saziyên xizmetguzeriyê û deverin kevneşop.
Hevbendiyê wisa jî got ku ji bo vê yekê şermezarkirnek dijwar ji Civaka Navdewletî û Encumena Ewlehiyê dixwaze, herweha stendina pêrabûnin lezgîn bo rawestana wê û lêpirsînkirina tawankaran, û tekezkirina li ser ku istiratijiya leşkerî a dagîrkerên Rûsî beşdariyê di zêdekirina asêkirina tabloya leşkerî li Sûryayê dike, û derî fireh li pêş vezilîna tirorê û belavkirina wê de vedike, di encamê de çareya siyasî têk dibe.
Jêder: Hevbendî