Hêzên rêjîma elesed di binpêkirina agirbestê de berdewam e, û malên sivîlên bajarokê eyn laroz ya cebel elzawiyê li gundewarê idlibê armanc kirin, ew jî bû sedema birînkirina hejmareke ji sivîlên wî bajarokî.
Her weha gund û bajarokên wek Filîfil, Elhelobe û Kinsifra li gundewarê başûrê idlibê duh bi mûşek û topxaneyan ji hêla hêzên rêjîma Esed hate armanckirin, ew jî bû sedema rûxandina avahiyên sivîlan.
Û armancên dawî ji hêla hêzên rêjîma elesed dijî xaniyên sivîlan, bû sedema derbideriyeke nû ji hin malbatan re, û ew berve deverên dûr ji cihên tên armanckirin û kampên li devera herbnoş ya gundewarê idliba bakur belvbûne çûn.
Tê zanîn ku binpêkirinên berdewam ji rêkeftina di 5adara 2020 hatî îmzekirin ji aliyê rêjîma Esed ve pêk tên, û armanckirinan hişt ku hêminî û ewlehî li deverê ji malbatên vegerîne gund û bajarokên Cebel Elzawiyê çênebe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî