Duhî çarşembê di encama topbarana hêzên rêjîma Esed li ser gund û bajarokên parêzgeha Idlib û Hema li orte û bakurê Sûriyê, sê zarok şehîd ketine û bi dehan birîndar bûne, heft zarok û jinek di nav wan de hene.
Çalakvanên xwecihî li gor agahiyên berevaniya sivîl dibêjin ku zarokek şehîd ket û yeke din ji milê xwe ve birîndar bû, bi sedema armanckirina gundê Elmenare li Sehil Elxab ya bi ser parêzgeha Hemayê ve bi topa giran ji hêla hêzên rêjîmê ya li gundê Elderabe ve.
Çalakvanan gotin ku bi sedema topbarana hêzên rêjîmê li ser bajarê Qelet Elmedîq, ya bi ser parêzgeha Hemayê ve, ji bargehê hêzên rêjîmê li bajarê Siqêlebiyê û gundê Elkerîm, malbatek ji pênc kesan pêk tê, zilamek û jin û sê zarokên xwe, birîndar bûne
Berevaniya sivîl di daxuyaniya xwe de got ku hêzên rêjîmê navenda bajarê Seraqib û bazara wê bi mûşekên goşeyî ji bargehên xwe yên nêzîk amanc kirine, di encamê de zarokekî 15salî şehîd ket û deh sivîl birîndar bûne, û tîmên berevaniya sivîl ew gihandine cihên bijîşkî yên nêzîk.
Çalakvanên xwecihî yên bajarê Idlib anîne ziman ko ji encama bombebarana bi mûşekan li ser bajarokê Elcanodiyê yê bi ser navçeya Cisir Elşixûr ve li rojavayê Idlib, zarokek şehîd ket û yeke din birîndar bû, bi amanckirina ji hêla hêzên rêjîmê yên leşkergeha Corîn ya li gundewarê Hema yê bakur-rojava.
Hêzên rêjîmê û Rûsya gund û bajarokên parêzgeha Idlib û Hema topbaran dikin, û berdewam bi mûşekan amanc dikin , sivîlan şehîd dixin û birîndar dikin, tev ko herêm beşek ji devera peymana Rûsya û Tirkiyê ya rawestandina bombenaranê ye.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî