Artêşa Sûrî ya Azad bi dehan Çeteyên Hizbullaha tirorist û Hêzên Esed li Zebedanî li Gundewarê Şamê kuştin. Di dema ko Hêzên Esed dixwestin desthilatdariya xwe li ser Rêbendên leşkerî li derdora bajarê Zebedanî li Qelemûnê vegerînin.
Herweha Şoreşgeran Cîgehên Hêzên Rêjîmê û Hizbullah li Nubil û Zehra li Helebê bi “Katiyoşa” amanc kirin. Di heman demê de bombebarandina Topan û avêjtina Bermîlên teqîner li ser Herêmên corbicor li Sûriyê berdewam e û ya herî tund ya li ser bajarê Der’a û taxa Elwe’ir e, hêzên Esed taxa Elwe’ir li Humsê bi bombên dûravêj yên heybera sotinê “Napalm” di wan de bû amanc kirin, di encamê de bi dehan Birîndar ji Sivîlan ketin, hin bi şewatê û hin bi gazên jê der bûn ji bihnçikandinê mirin.
Hêzên Esed yên li ser Rêbendên Dîk Elcin(Rojhilatî taxa Elwe’ir) û Rêbenda Nexweşxana leşkerî (Bakurî taxê) bi heft bombeyên dûravêj yên ko Napalm di wan de bû amanc kirin. Di encamê de 16 Birîndar ketin piraniya wan Jin û Zarok in, birînên wan dijwar û navçe ne û hindek Birîndar piştî gazkêşandinê ji hişê xwe çûn.
Dîdevanan tekez kirin ko heybereke zerî tarî li ser dîwarên cihên ko amanc bûne piştî vemirandina agir hatiye belav kirin, ev yek jî tekez dike li gora pisporên leşkerî ko Rêjîmê di amanckirina Taxê de gaza “Napalm” bikar aniye. Hevbendiya Niştimanî Sûrî tawankariyên Rêjîmê dermafê Sivîlan û bombebarandina taxa Elwe’ir protesto kir.
Herweha Salim Elmislit berdevkê fermî yê Hevbendiyê doz li Civaka Navdewletî kir ko:” berpirsiyariya xwe ji bo parastina Sivîlan hilgire, û Herêmeke hêmin li Bakurê Sûriyê û Başûrê wê li gora pêşinyara Hevbendiyê pêşkêş kiriye pêk bîne, da ji Sivîlan re cihekî hêmin û aram be, û wan ji êrîşên Rêjîmê biparêze.” Elmislit tekez kir “Ev bombebarandina ko Rêjîmê ew pir kiriye tenê ji bo bêzarî û dilsariya ko ew û Çeteyên bi ser ve ne tê de dijîn binixumîne, piştî ko têkçûnên li gelek Herêmên Sûriyê hatine serê wî.”
Jêder: Hevbendî