Rojane dibistanên seretayî li bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê bi biryarên rêveberiya perwerdeyê ya bi ser rêjîma Sûrî ve tên girtin. ji ber ferzkirina programên xwendinê ji hêla rêveberiya bi ser Partiya Yekîtîya Demuqrat PYD ve ku têde tevaya pirtûkan kirine bi zimanê kurdî û şagirt li gor pêkhateya wan ji hev cuda kirine bi mebesta ku her pêkhateyek bi zimanê xwe bixwîne
ev yek bûye cihê nerazîbûnê li cem piraniya welatiyan û bi taybet yên kurd.
Mejdel Hac Qasim bavê du şagirtên asta seretayî ye, ji malpera me re axivî û got:” bê guman em ne li dijî xwendina zimanê Kurdî ne, lê ne bi vî şêweyê şaş û nedurst, ji ber ku mamosteyên rêveberiyê ne pisporin û rêbazên wan ne di wê asta zanistiyê de ne, herweha rahijtina pirtûka zimanê Inglîzî” .
Hac qasim ne razî bûna xwe nîşan da û got “mebesta wan ji vê gavê zarokên me nezan û bê xwendin bimînin”.
Ebdulhemîd Elîko mamostakî pispor e, di hevpeyvînekê de ji mere da zanîn ku “ev rêbazên xwendinê aydyolocî ne û bi ser partiyekê ve ne, û di warê zanstiyê de di asteke pir kêm de ne”.
Her wiha Elîko diyar kir ku mamosteyên ku ji hêla xweseriyê ve hatine amadekirin ne pisporin û ew şêweyê fêrkirina programên xwendinê nizanin bi tenê sê heyvan fêrî zimanê kurdî bûne û got “kesên dixwazin ku programan nû bikin û bidin şagirtan divê berî wê mamosteyan li ser asteke bilind amade bikin”.
Jêder : Hevbendî