Di encama teqîna sê otombêlên bumbekirî de li bajarokê Tiltemir, îro, Pêncşemê, zêdeyî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûn li gor amarên ku ta niha me bi destê xistine.
ji ber mezinbûna hersê teqînan, tevaya bajarokê Tiltemir hejiya
Peyamnêrê me diyar kir ku otombêl li hember nexweşxaniya bajêr û ya din li kolana Filestîn û ya sêyem li taxa başûr teqiyan, û birîndar tevde hatin veguhestin nexweşxaneyên Serê kaniyê û Dirbêsiyê û Hesekê û Qamişlo.
di pêwendiyekê de li gel Ebdelah Ne’imo welatiyeke ji bajarokê Tiltemir got “ji ber xurtbûna hersê teqînan tirseke mezin kete nav wlatiyan de û gelek mal û firoşgeh hatinrûxandin.
Her wiha Ne’mo got ku welatî hê birîndar û terman ji bin avahiyên hilweşandî rizgar dikin.
Tê zanîn ji dema kirîza devera Tiltemir de ev yekemîn teqînin ku bi vî şêweyê mezin li wê deverê rûdidin.
Jêder: Hevbendî