Di encama teqîna otombîleke bumbekirî de îro 19 Tebaxê li devera pîşesazî li bajarê Qamişlo, 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 60 kesî birîndar bûn.
Peyamnêrê me li Qamişlo ragihand ku birîndar hatin veguhestin bo nexweşxaneyên ( Elrehmê- Nûr- Niştimanî) , ji giranbûna teqînê tevaya bajarê Qamişlo hejiya û ziyanên madî yên pir mezin giheştin devera pîşesazî û malên derdora wê.
Ji hêla xwe ve asayişên bi ser PYD ve dever dorpêç kirin û rê nedan rojnemevanan da ku bûyerê bişopînin.
Hêjaye gotinê ku berî niha jî teqînên wisa li parêzgeha Hesekê rû dane û rêxistina DAIŞê ew li xwe girtine.
Jêder: Hevbendî