Bi dehên welatiyan jiyana xwe ji dest dan û hinên din bi birînên giran birîndar bûn bi egera çêbûna agirekî mezin beyaniya îro li navendeke saxlemiyê li taxa Meyslûn ya rojhilatê bajarê Qamişlo.
ew agir di navenda navhatî de çêbû, bi egera çirûskeke agir ji bitleka gazê ya di xwaringeha navendê de, û ew agir gihişt hawizekî Dîzilê di hundurê navendê de bû, û di encamê de ager gur bû û gihişt odeyên din yên Navendê û ambargeha dermanan ku têde gelek qotiyên sipîrto û bitlên oksîcînê hebûn ku ji encama agir teqiyan, û herwiha hawizê sûtemeniyê jî teqiya û bû egerê girtina dergehê navendê yê sereke .
Û amarên destpêkî mirina bidehên welatiyan ji encama şewt û xenqandinê ragihandin, ku piraniya wan jin û zarok in û ji karta pizîşkî û karmendên navendê ne ligel zarokên wan yên piçûk.
tîmên hawarhatin û saxlemiyê bilez qesta cihê şewatê kirin bi hewla kontrolkirina şewatê, lê hewlên wan bêhûde derketin.
Birîndar hatin veguhestin bo nexweşxaneyên bajêr: Elnûr, Niştimanî, Elrehma.
Jêder: Hevbendî