Bi hezaran ji xelkê bajarê Amûdê û Qamişlo îro bo pêşwazî û verêxistina termê şehîd Ehmed Bozan Qiço û Şêrzad Me`isûm yên ku di şerê rizgarkirina Singlê de şehîd Bûbûn derketin.
Serkirdeyên Encumena Niştimanî Kurdî di rêûresmên verêxistinê de beşdar bûn, û serokê Encumena Kurdî “Birahîm Biro” gotinek di rêûresmê veşartina şehîd Şêrzad Me`isûm de li goristana Hilêliyê, li bajarê Qamişlo da, tê de serbilindiya xwe bi fidekariya her du şehîdan di rizgarkirina bajarê Şingalê de anî ziman, û got em hemû; serkirde, endam, û hemû xelk di ber parastina erdê xwe de berpirs in, û ew erkekî pîroz e ji bo me hemûyan e.
Biro şermezarî bi pêrabûn û kelemên ku çekdarên Partiya Yekîtiya Dimuqrat li pêş cemawerên pêşwazî û verêxistina her du şehîdan derxistin kir, û dît ku ew pîskirinek ji şehîd û kurdan re ye. Serokê Encumen berdewam kir ” Em vê yekê qebûl nakin, û em ê ji bo kurdewariya xwe têkoşînê bikin, me serî ji bo rejîma Sûrî a ku bi dehê salan zilim li me kir dananî, û em ji tu rejîmên “şimûlî” yê din re jî danaynin, û kesê ku li ser rêça Yekîtiya Sovyêt, rejîma Sedam, û Esed ê Bav û kur be, wê biherife, wek wan here, milet wî qebûl nake, û wê gotina millet di dawiyê de ya bilind be”.
Mihemed Me`isûm ” Bavê şehîd Şêrzad ” gotinek bi navê malbata her du şehîdan got, tê de baweriya xwe bi şehadeta her du kuran Ehmed û Şêrzan anî, û xwe bi şehadeta wan serbilind dît, ji ber ew di rizgarkirina Şingalê de beşdar bûn.
Ji hêla xwe ve, Mihsin Tahir, Endamê Encumena Niştimanî serbilindiya xwe bi hêza Pêşmerge ku ew nûnertiya Encumena Niştimanî Kurdî dike, û şerê Daişê li Kurdistanê dike anî ziman. Û got eger Pêşmerge li vir bana wê berevanî di ber xaka xwe de kiribana. Herweha Tahir nerazîbûna xwe ji kiryarên endamên partiya Yekîtiya Dimuqrat û derengxistina veşartina her du şehîdan ta roja din anî ziman.