Bi serperiştiya Nivîsîngeha Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê û Navenda jinê li Xûtayê, û tevî xelkê Xûtayê kampaniyeke gelêrî bo agirbestinê hat lidarxistin; bi armanca vekirina korîdorên mirovî bo derbaskirina alîkariyên hewarhatinê û derman û kelupelên pizîşkî.
Ji ber rewşa mirovî niha li Xûtayê gihiştiye kev û sînorên bobelateke mirovî û heroj hejmarek ji nişteciyên wê ji zarok û kesên bitemen dimirin bi sedema kêmbûna xwarin û derman û pêdawistiyên pizîşkî, ku duhî ligor komîteya Sûrî ya mafên mirov du zarok bi navê Fatîma Şehab û Ebdûlah Erbiş li Dûma mirin bi sedema kêmbûna xawrin û dermanan.
Têzanîn ku Xûta Rojhilat di bin êrîşên leşkerî yên rêjîma Esed ya tawankar de dijî, ku bandora van oparisyonan bi awayekî diyar tê xuyakirin di hejmara mezin ya qurbaniyan û birîndaran di nav sivîlan de û tevî doxên mirovî yên zehmet û qebarê wêrankariya mezin li bajar û gund û bajorêkên Xûta rojhilat.
Herwiha ji çar salan ve tuşî bobelatên berdewam dibin, ku ew bobelat niha gihiştiye bilintirîn asta xwe piştî dorpêça neheq ya li ser navçeyên rizgarkirî û birîna xwarin û derman û pêdawistiyên serekî ji ser nişteciyên van navçeyan.
Jêder : Hevbendî