Piştî dijwarbûna şer li bakurî Helebê bi hezaran welatiyên wê deverê ber bi bajarên din direvin û bi taybet bajarê Efrînê.
Duh sêşemê 3ê heyva Sibatê Efrîn pêşwaziya bi hezaran malbetan kir.
Li gor çavdêrên rêxistinên mirovî û hawarçûnê berdewamiya hatina welatiyan ji bakurî Helebê bi vî awayî, wê di rojên bê de pirsgirêkan derxe holê , ji ber nebûna cihê niştecîbûnê her wiha dabînkirina pêdawîstiyên rojane pir zehmete, jî ji ber ku bajar di bin dorpêçê de ye.
Jêder: Hevbendî