Êrîşên asîmanî yê Rûsî li ser gundewarê Helebê yê bakur, 2000 malbatên Sûrî neçar kirin ku ji malên xwe ber bi sînorê Tirkiyê de birevin, ku ji berî çar rojan ve bombebarana asîmanî ya himbiz li ser bajarokên Endan û Hirêtan û Beyanûn yên gundewarê Helebê yê bakur berdewam e.
Rêjîma Esed û balafirên Rûsî 436 sivîl li Sûriyê ji roja destpêkirina kongireyê Cinêv3, roja Înê 29 çilê paşî/Yanayera bûrî de heta şeva bûrî hatine kuştin, Toreya Sûrî ya Mafê Mirovan 131 kesên sivîl ji wan bi navan belge kirine, û dabeşbûna qurbaniyan ji roja destpêka kongireyê Cinêvê ji pênc rojan ve di nav parêzgehan de weha ye: 58 li Helebê,10 li Himsê,8 li Idilibê, 13 li Der’ayê, 8 li gundewarê Şamê, 10 li Reqayê û 24 li Dêra Zorê, li gor belgenameya ku çarşemba bûrî hatiye derxistin.
Jêder: Hevbendî