Duh 13 Tebaxê bi sedan welatiyên Kobanê ku berî 10 heyvan ji ber êrîşên DAIŞ koçber bibûn di riya dergehê Mirşid Pinar yê sînorî re vegeryan ser mal û milkên xwe.
Xelîl Mistefa endamê Encumana Niştimanî ya Kurd ji malpera mere ragihand ku zêdetirî 500 kesî duh pêncşembê ji Tirkiyê vegeriyan ser malên xwe li Kobanê û gundewarê wê.
Sebaret bi rewşa jiyana rojane Mistefa got ku “pêwîst e pêdiviyên jiyanê werin dabînkirin da ku milet karibin vegerin”
Ji hêla xweve Mihemed Qetwan yek ji xelkên ku îro vegeryane Kobanê ji mere axivî ” tevlî ku em zanin zehemetiyên jiyanê pirrin lê em neçarin ku vegerin çimkî rewşa me li Tirkiyê nebaş bû , em bi hêvîne rewşa bajêr baş bibe”.
Jêder: Hevbendî