Ji ber berdewambûna bombebarana bêserûber li ser herêmên niştecihan li bajar û bajarokên parêzgeha Idlibê ji hêla hêzên rêjîmê û hevalbendên wê, birêveberiyên fêrkirinê li Meeret Elnuman dibidstan rojên sêşemb û çarşembê rawestandin.
Çalakvanên xwecihî li gundewarê Idlibê gotin ku rawestandina dibistanan heta dawiya roja çarşembê ye, lê dibe zêde jî bikin, ew biryar ji bo 135 dibistanan e, yên ko 48,553 xwendekar li wan dixwînin.
Rawestandina dibistanan hatiye bo redkirina berdewambûna bombebarana tund ya hêzên rêjîmê, da xwendevan û kadiroyên mamoste bêne parastin, ev biryar hat piştî ko sêşembê zarokek şehîd ket û hejmarek sivîl birîndar bûn, bi bombebarana mûşekên hêzên rêjîmê li ser bajarê Kefer Nubil û Xan Şêxûn li başûrê Idlibê.
Berê jî nivîsgeha fêrkirinê ya bi ser encûmena xwecihî ve ya bajarê Kefer Zîta li gundewarê Hema yê bakur, biryara girtina dibistanan bo du rojan dabû, çimkî rewşa ewlehiyê ne baş e, û tirs heye ko bajar ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê bombebaran bibe.
Dibistanên bajarê Kefer Zîta ji hêla hêzên rêjîmê di dema kar û vegera zarokan bo malên xwe de hatine amanckirin, nivîsgeha fêrkirinê şehîdbûna 4 şagirtan belgeh kiriye, her weha nivîsgehê jêbûna dest û lingan jî belgeh kirine.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê amanckirina dibistanan ji hêla rêjîmê ve pirotesto kir, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko rê li ber hêzên rêjîmê bigire, û berpirsiyarên di ber binpêkirinên berdewam û dubare yên derheqê xwendevanan bêne sizakirin.
Gundewarê Hema û Helebê û bi taybetî yê Idlibê dikevin ber topbaran û mûşekan ji hêla hêzên rêjîmê, û vê hişt sivîl bibin qurbanî, tev ko herêm beşek ji peymana Idlibê ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê