Sibeha îro Sêşemê 7-11-2017, di destpêka lidarxistina kongirê Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS li Bajarê Qamişlo, hêzên bi ser partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD ve, êrîşek birin ser hola kongir û nehiştin kongir bi rêve biçe, û ji ber vê sedemê kongir ji bo demeke nediyar hate paşxistin.
Di vê derbarê de Heyat Qiço endama emîndariya giştî ya ENKS ji malpera Hevbendiyê re diyar kir ku piştî valakirina cihê lidarxistina kongir bi zora çekan, wan berê xwe dan nivîsgeha Netewên Yekbûyî UN û mangirtinek nerazîbûnê lidar xistin.
Qiço tekez kir ku hejmarek ji çekdarên PYD (ciwanên Şoreşger) êrîşî mangirtina wan kirin û gotinên xerab ji wan re kirin û bi daran li wan dan.
Piştî êrîşa çekdarên PYDê , Ecumana niştimanî ya kurd li Sûriyê kongireke rojnamevanî li dar xist tê de bi tundî ew kiryarên PYD şermezar kirin.
Di wî kongirî de Fesla Yûsif cîgira serokê ENKS diyar kir ku wan hêviyên mezin li ser vî kongirî ava kiribûn, ji ber dema wî di rewşeke awarte de hatibû destnîşankirin, û got ku “ev kiryar tu carî nabin kelem li pêş kar û xebata encumanê û emê berdewam bin li pey doza xwe, heta mafê gelê me cîbicî bibe”.
Ji hêla xwe de emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd, di daxuyaniyeke xwe de, ew êrîşa hêzên PYD li ser hola kongirê çaremîn yê Encuman û neçarkirina endamên kongir ku cî vala bikin û durişmên xayinkirinê û riswakirina Encuman û sîmbolên netewî şermezar kirin.
Û emîdariya giştî dît ku ew kiryara PYD bi hêzên xwe kir, bi armanckirina Encumana Niştimanî ya kurd û kongirê wî, tekez dike ko gelê kurd gelek hêviyan bi Encuman ve girêdide, ji bo cîbecîkirina armancên wî yên netewî yên ku bi dehên salan di ber de di rûyê rêjîmên diktator de têkoşîn kiriye, û wan diktatoran nikarîbûn viyana wî bişkînin.
Û ev kiryar û riftar nikarin Encuman ji berevaniya wî di ber dîmoqrasiyê û mafê gelê kurd yê netewî de rawestînin, û emîndariya giştî bang li hêzên xêrxwaz û dîmoqrasî û rêxistinên mafên mirovan û partî û hêzên kurdistanî û dewletên peywendîdar bi kêşeya Sûriyê kir, ji bo PYD ji van kiryarên redkirî rawestînin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê